Rewşa penaberên Kobanî li Kampa Kewirgoskê ya Herêma Kurdistanê

Hewlêr-Kewirgosk (Rûdaw)- Bi hezaran penaberên Kobanî ji Bakurê Kurdistanê berê xwe dane Başûr û tevî di vê rewşa dijwar a seqayê de gihîştine Herêma Kurdistanê, lê dîsa dilxweş in ku piçek cih ji wan re hatiye dabînkirin.

Li Kampa Kewirgoskê, heta niha 141 malbatên penaberên Kobanî li nava dibistan û navendên tendirûstiyê ji ber xerabiya rewşa seqemê hatine bicihkirin.

Serperiştyarê wê kampê jî dibêje ku, “Ti cih li nava kampê nemabû. Ew penaberên ku niha em wan werdigrin bi neçarî ye.”

Penaberên Kobanî ku ji ber şer, gef û topên DAIŞê ji cih û warên xwe reviyane, tevî ku rewşa wan li nava kampan pir dijwar e, lê dîsa ew her dilxweş in ku gehîştin Başûrê Kurdistanê.

Di hefteya borî de, bêhtirî 10 hezar kes ji penaberên Kobanî berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û dibe ku piraniya penaberên Kobanî li Bakurê Kurdistanê bên Herêma Kurdistanê.

Li gorî amarên Nivîsîngeha Wezareta Koç û Koçbera a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, niha derdora milyonek û nîv koçberên Iraqê û penaberên Rojavayê Kurdistanê li Başûr dimînin.