Li Bedlîsê barana gur bû sedema lehiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê Bakurê Kurdistanê, barana gur bû sedema lehiyan.

Çend roj in pêleke baranê li Bakurê Kurdistanê bi teybetî li parêzgehên herêma Serhedê dest pê kiriye.

Barana gur a ku îro sibehê li navçeya Xelatê lê kir, ber bi nîvro ve bandora xwe zêde kir.

Li gelek taxan ji ber lehiyan, avê da bin xanî û kargehan.

Li gelek kolan û kuçeyan herî û golên avê çêbûn.

Ekîbên şaredariyê ji bo valakirina avê û paqijkirina heriyê dest bi bi kar kir.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku dê piştî nîvro li parêzgehên Wan û Bedlîsê baraneke gur bibare.

Saziyê ji welatiyan xwestibû ku li hemberî pêşhatên neyînî yên avhewayê yên wek lehî, birûsk, teyrok, ba û bahozê tedbîrên pêwîst wergirin.