Li Mêrdînê otomobîlek ket kanala avê: 3 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw)- Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê otomobîlek ket coya avê û 3 kes tê de mirin.

Li gorî zanyariyan, otomobîla bi plakeya 47 AAS 210 ku navê şofêrê wê hîn jî nayê zanîn li devera Xirbê Heriyê ji rê derket û ket coya avê.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenudristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de welatiyên bi navên Harun E., Resul D. û Kadir D. mirin.

Cenazeyên ji otomobîlê hatin derxistin sewqî morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê hatin kirin.