Mesrûr Barzanî: Peymana Şingalê tekane rêya asayîkirina rewşê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew ji bo asayîkirina rewşa Şingalê bi Hikûmeta Îraqê re li ser xetê ne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê hîmê rêya Şêxan-Lalişê danî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkeş kir û got:

“Her sal bi hezaran xwişk û birayên me yên Êzidî û yên din ji bo Lalişa pîroz tên vê herêmê.

Qedandina rê dê zehmetiyên geştyarên Lalişê kêm bike.”

Mesrûr Barzanî her wiha da zanîn:

“Ev dever (Şêxan-Laliş) di warê aborî, çandinî, geştyarî û arkeolojî de gelekî girîng e lê ya herî girîng ew e ku nimûneyeke xweş a çanda bihevrejiyana Kurdistanê ye.”

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurdên Êzidî tevî hemû karesatên ku hatine serê wan, di parastina ziman, nasname, çand û ola xwe de berdewam in.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi berdewamî parastina mafê xwişk û birayên xwe yê Kurdên Êzidî bike û dê hewl bide zêdetir xizmeta wan bike û êş û kulên wan kêm bike.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ji bo asayîkirinê divê grûpên çekdar ên biyanî ji Şingalê derkevin û got:

“Bicihkirina Peymana Şingalê ya ku rê li ber jinûveavakirina navçe û derdora wê vedike hemû penaberên vê herêmê bi serbilindî dikarin vegerin cihên xwe.”

3yê Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê êrişek mezin bir ser Şingalê û derdora wê.

Di êrişê de 11 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatin revandin, qetilkirin û windakirin û gelek ji wan koçberî bajarên din bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê Çiriya Pêşîna 2020an ji bo asayîkirina rewşa Şingalê peymanek îmze kir ku derketina hemû hêzên çekdar ên Heşdî Şeibî û hêzên nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) a ji Şingalê yek ji madeyên wê ye.