Kongreya PYDyê li Hesekê tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) -10mîn Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, PYDyê bi dirûşma "Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeyeke demokratîk" dest pê kir.

Ji bilî rayêdarên Rojavayê Kurdistanê û nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, Ereb û Suryan, ji Rojavayê Kurdistanê, Heleb, Şam û Ewropayê 700 delegeyên partiyê beşdarî kongreyê bûn.

PYDyê kongreya xwe ya yekemîn bi beşdariya 185 delegeyan Îlona 2003yan li dar xistibû.

Niha hevserokên PYDyê Salih Muslim û Asya Abdullah e û tê çaverêkirin di dawiya kongreyê de, du hevserokên nû werin hilbijartin.

Kongre ya ku di salvegera 21ê ya damezirandina partiyê de dest pê kiriye dê du rojan (21 û 22ê Îlonê) berdewam bike.