Li Wanê piştî baraneke gur lehî rabû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê piştî baraneke gur lehî rabû.

Lehiyê hejmarek konteynerên ku piştî erdhejê li gundekî navçeyê hatibûn danîn li ber xwe birin.

Çend roj in pêleke baranê li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li parêzgehên herêma Serhedê dest pê kiriye.

Êvara roja Înê li Wanê baranake gur bariya û piştî baranê li gundê Omerdagê yê navçeya Elbakê ya Wanê lehî rabû.

Ji ber lehiyê hejmarek mal û axûrên welatiyan di nav avê de man û zeviyên çandiniyê û giyayê ku welatiyan ji bo ajelên xwe kom kiribûn zerer dîtin.

Lehiyê her wiha hejmarek konteynerên vala ku piştî erdheja 2020an a Wanê li gund hatibûn danîn li ber xwe birin.

Hat ragihandin ku tîmên şaredariyê ji bo valakirina av û heriya ji ber lehiyê ketiye nav malên welatiyan û taxên navçeyê xebat dan destpêkirin.

Dîmenên lehiyê ji aliyê welatiyan ve bi telefonan hatine tomarkirin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku dê piştî nîvro li parêzgehên Wan û Bedlîsê baraneke gur bibare.

Saziyê ji welatiyan xwestibû ku li hemberî pêşhatên neyînî yên avhewayê yên wek lehî, birûsk, teyrok, ba û bahozê tedbîrên pêwîst wergirin.