Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê derdora bajarê Eyn Îsa topbaran dike û gundewarê bakur-rojavayê Eyn Îsa dike armanca lêdanên çekên giran.
Di êrîşên bi dronan ên artêşa Tirkiyê de bo ser gundê Siwêdiyê yê navçeya Eyn Îsayê 2 welatiyan canê xwe ji dest dan û hejmarek birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên xwecehî, derengê şeva 20ê Îlonê, dronên Tirkiyê êrîşî malên welatiyan li gundê Siwêdiyê ya navçeya Eyn Îsayê kirine û di encam de her yek ji Xalid Henîfe û Beşar Berekat canê xwe ji dest dan, herwiha Sebrî Seydo (20), Ezîz Zêdan (32) û Reşîd Zîdan (42) birîndar bûne.
Heman çavkaniyan da zanîn ku zerar û ziyaneke zêde gehiştiye mal û milkên welatiyan.
Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê êrîşê û topbarana bo ser navçeyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, roja 19ê vê mehê jî taxên rojhilatê bajarê Kobanî û gundewarên bajarokê Eyn Îsa, Şehba û gundewarên başûrê Efrînê topbaran kiribûn.
Eyn Îsa
Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.
Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.
Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse