Nêçîrvan Barzanî: Zanayên olî roleke giring di xurtkirina pêkvejiyanê de hebûne

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 50 sal di ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê re derbas dibe û Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi vê helkeftê di peyamekê de ragihand: Zanayên olî hertim roleke wan a xuya di xurtkirina bingehên pêkvejiyanê û kultura toleransê û aştiya civakî de û rêgirîkirin li geşekirina hizra tundrewiyê li Kurdistanê lîstine.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê dike û dibêje: “Pîrozbahiyê li birêzan serok û endamên mekteba cîbicîkar û encûmena navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê û tevahiya mamostayan û zanayên birêz ên ola îslamê li Kurdistanê dikin.”

Nêçîrvan Barzanî pêzanîna xwe li hember rol û erkên zanayên olî yên Kurdistanê tîne ziman û dibêje: “Zanayên olî hertim roleke wan a xuya di xurtkirina bingehên pêkvejiyanê û kultura toleransê û aştiya civakî de û rêgirîkirin li geşekirina hizra tundrewiyê li Kurdistanê lîstine, em bi rêz û pêzanînê li rol û erkên wan mêze dikin û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li piştgiriya xwe bo hewlên Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê dike û destnîşan dike: “Di vê helkeftê de em tekezî li kûrkirina kultura resen a mirovdostî û aştîxwazî û qebûlkirina hev di navbera pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê de dikin.”

Yekîtiya  Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê di 21ê Îlona 1970an de li Gellale ya li devera Balekayetî yekemîn kongreya xwe bi amadebûna 250 mamostayên olî yên Başûrê Kurdistanê saz kir û bi fermî damezrandin û hebûna xwe ragihand.