Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû, Ehmed Silêman ragihand, zilm li wan hatiye kirin ku ew ji danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê hatine dûrxistin û ENKS naxwaze ew tevlî proseya yekrêziya aliyên Kurdî bibe. Endamê Polîtboruya PDK-S Neşet Zaza jî dibêje ku ew weke weke ENKS dixwazin Partiya peşvrû û Partiya El Wehdê di proseya yekrêziya aliyên Kurdî hebe, lê ne weke aliyeke sêyem.
Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû Ehmed Silêman beşdarî bultena Rûdawê bû û got, Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nexwestin ku partiya wan û Partiya Yekîtî (El-Wehdê) tevlî proseya diyaloga Kurdî-Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê bibin.
Piştî twitta Fermandarê Giştê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ku dibêje Partiyên wekî Pêşverû û Yekîtî ji danûstandinên yekrêziya nav partiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê nehatine bidûrxistin û armanca wan ew e ku gav bi gav hemû partiyan tevlî pêvajoya nû bikin û hewlên avakirina yekîtiya Kurdan berdewam e Partiya Pêşverû her li ser gotina xwe ye ku ew ji proseya diyalogê hatine dûrxistin.
Ehmed Silêman dibêje, partiya wan daxwaza kongreyeke giştî kir, daku plana yekîtiya partiyan bê gotûbêjkirin, lê daxwaza wan hate piştguhxistin û bi zanabûn Partiya Pêşverû ji danûstandinên li Rojavayê Kurdistanê hatiye dûrxistin.
Silêman amaje bi wê yekê kir ku ew ji destpêkê ve ne dûrî hewldanên yekrêziya di nav Kurdan de bû û wiha pê de çû: “Berî destpêkirina proseyê em gelek caran ligl Birêz Mazlûm, aliyên Fransî, Amerîkî û ENKSê re civiyan, û ji min re gotin ku herdu alî dê di destpêkê de pirsgirêkên xwe yên siyasî çareser bikin. Lê paşê me dît ku mijar ne ew bûye. Mijarên weke avakirina Lêvegereke Siyasî, çakdarî û îdarî be ne tenê mafê herdu aliyan e, divê hemû aliyên Kurd di van meselayan de beşdariyê bikin.”
Endamê Polîtburoya Partiya Pêşverû herwiha tekez kir ku ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) xwestine herdu alî tenê proseya Diyaloga Kurdî-Kurdî birêve bibin û got: “Zilm li me hate kirin. Em niha li dervey proseya Diyaloga Kurdî-Kurdî. Em dîsa dixwazin ew serbikevin û kengê serbikevin jî û em dê wan pîroz bike, lê Lêvegereke Siyasî ger tenê ji herdu aliyan pêk were ew ne dibe ya Kurdan.”
Endamê Polîtboruya PDK-S red dike
Li ser mijarê Endamê Polîtboruya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Neşet Zaza amaje bi wê yekê kir ku ew ne li dijî beşdarkirina Partiya Peşvrû û Partiya El Wehdê di proseya jib o yekrêziyan aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û got: “Partiya Peşvrû partiyeke bira ye, lê ew bi daxwaze xwe ji nav ENKSê derketin. Me ti caran negotiye bila ew beşdarî danûstaninên Kurdî-Kurdî nebin. Tenê di destpêkê de me weke ENKSê got ku pirsgirêkên me ligel PYDê ye ne ligel aliyên din e, lewma me xwest em ligel PYDê danûstandinan bikin. Em dixwazin Partiya Pêşverû û El Wehdê di nav danûstandinan de hebe, lê ne weke aliyek sêyem.
Bi gotina Neşet Zaza ew weke ENKSê hewl didin Partiya Pêşverû û El Wehdê tevlî danûstandinan bibin û hevdîtinên wan jî ji bo pêkanîna wê yekê berdewam in.
Zaza herwiha da zanîn ku Partiya El Wehdê beşek ji aliyê Rêveberiya Xweser e û wezîrên wê hene û nabe weke aliyeke seyên beşdarî danûstandinan bibin.
Du aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê, ENKS û PYNK bi serpirteştiya Amerîka û bi piştgiriya Fransa û Herêma Kurdistanê ew çend meh in dest bi danûstandinên ji bo yekrêziya li Rojavayê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên navbera xwe kirine.
Jeffrey li gel şandên herdu aliyên ENKS û PYNKê civiya
Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey du serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li gel şandên herdu aliyên ENKS û PYNKê civiya.
Endama Serokatiya ENKSê Fesla Yûsif, ji Rûdawê re ragihandin ku di hevdîtina James Jeffrey ligel herdu aliyên Kurdî de, wî piştevaniya xwe ji diyasloga wan re nîşan da.
Neşet Zaza da xuyakirin ku serdana Jeffry bo gihandina nerîna Amerîka li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bû herwiha piştevaniya xwe bo diyaloga Kurdî-Kurdî nîşan da.
Herdu aliyan di qonaxa yekem de rêkeftineke siyasî ragihandin û tekez kirin, ku ji bo qonaxên din ew dê danûstandinên xwe li gor Rêkeftina Duhokê ya sala 2014 berdewam bikin.
PYD ku damezrênerê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ye, piştî wê rêkeftinê bi 24 partî û rêxistin û saziyên din ên li Rojavayê Kurdistanê re eniyeke hevbeş bi navê Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) pêk anî û di qonaxa duyem de li ser vî navî beşdarî danûstandinên li gel ENKSê bû.
Di qonaxa duyem a danûstandinan de, li gor daxuyaniyên ji rayedarên ENKS û PYNKê, herdu alî li ser Lêvegera Siyasî û mijara rêvebirina Rojavayê Kurdistanê li hev kirine, bi awayekê ku Lêvegera Siyasî ji bo her aliyekê %40 û %20 jî bo aliyên din ji bo aliyên din û kesatî û rêxistin û saziyên civaka sivîl be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse