Erebên Sêmêlê jî ji bo hilbijartinên Kurdistanê amade ne

Duhok (Rûdaw) – Erebên li bajarokê Sêmêlê yê Duhokê dijîn, ji sala 1992yê ve beşdarî hemû hilbijartinên Herêma Kurdistanê dibin. Ew dibêjin, kî ji wan re baş be, dengê xwe didin wan.

 

Nêzîkî hezar welatiyên Ereb ên li bajarokê Sêmêlê yê Duhokê dijîn. Hisên Elawî ji neteweya Ereb e û li bajarokê Sêmêl jidayik bûye. Beriya 150 salan malbata wan li vê bajorokê bicîh bûne. Niha hejmara Ereban li Sêmêlê zêdetirî hezar kesan e û piraniya wan jî zimanê Kurdî dizanin.

 

Hisên Elawî dibêje: “Ji sala 1991ê ve em başdarî hilbijartinên Kurdistanê dibin. Em 6-7 gundên Ereban in û di nav xwe de dişêwirin, kîjan alî xizmeta welat bike û kêrî gelê Kuridstanê were, em dengên xwe didin wan.”

 

Peywendiyên nîştecihên Sêmêlê û Erebên herêmê pir baş in. Hin caran eger ne ji cilûbergan be, ew û Ereb ji hev nayên cudakirin, nemaze kesên pîr û kal û temenek li gel hev bihûrandibin.

 

Welatiyekî Kurd dibêje: “Mirov li vir nikare Kurd û Ereban ji hev cihê bike. Em bi hev re mezin bûne, em erebî dizanin û ew jî bi zimanê me diaxivin û dizanin.”

 

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê rênimayên xwe yên ji bo hilbijartinan amade kiriye. Di rênimayan de ti ferq di navbera ol û neteweya dengderan de nîne. Kesên xwedî belgenameyên pêwîst bin, dikarin roja hilbijartinê dengên xwe bidin.

Berpirsê Duhokê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê, Elî Salih Bendî jî got: “Hemwelatî çawa li beramber yasayan wekhev bin, heman awayî ji bo dengdanê jî wekhev in û xwedan heman mafan in.

Bajarokê Sêmêlê ser bi parêzgeha Duhokê ye û pêkhatên cuda yên neteweyî û olî têde dijîn. Erebên vê bajarokê jî ji serdema desthilata Osmaniyan ve li vir in.