Civaknas: Kurdên di nava AK Partiyê de dê bêdeng nesekinin

21-09-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Referandum Serxwebûn Kurdistan Gişpirsî Amed AK Partî Galîp Ensarîoglu
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu, diyar kir ku helwesta hikûmetê ya li hemberî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê xelet e û Kurdistan li hemberî Tirkiyeyê ne tehdîd e. Lêkolînerên li Amedê jî dibêjin ger hikûmet di vê helwesta xwe de israr bike dê dengên AK Partiyê li bajarên Bakurê Kurdistanê ji sedî 40î dakeve sedî 26an.


Giştpirsiya li Başûrê Kurdistanê li Tirkiyê jî rojeva sereke ye. Hikûmeta AK Partiyê ji Enqerê li hemberî Başûrê Kurdistanê qala mûeyîdeyên giran dike û biryara Tirkiyeyê dê di 22ê mehê de di Civîna Ewlekariya Neteweyî de bê dayîn.


Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu helwesta Tirkiyeyê ya mûeyîdeyan rast nabîne û dibêje Herêma Kurdistanê li hemberî Tirkiyê ne tehdîd e. Ensarîoglu xwest hikûmeta Tirkiyeyê û Başûrê Kurdistanê weke berê bi têkiliyên dostane kar bikin.


Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Galîp Ensarîoglu ji Rûdawê re wiha got: “Giştpirsî li hemberî Tirkiyê ne gefxwarin e. Lewre Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Barzanî de dostê Tirkiyê ye û hertim bi dostane nêzî Tirkiyeyê bûye. Gelek peymanên me yên stratejîk û aborî li gel wan hene. Ez bawer im ew li hemberî Tirkiyê gelek jidil û samîmî ne jî. Tirkiye dibêje gelo daxwaza serxwebûna xelkê wê deverê dê di nava kurdên li Tirkiyeyê de jî hestên serxwebûnê bilind bike yan na? Bi min ev metirsiya Tirkiyê ne di cih de ye.”


Akademîsyenê Civaknas Vahap Coşkun jî di wê baweriyê de ye ger Tirkiye têkiliyên xwe bi Başûrê Kurdistanê re qut bike û zextê bide ser, dê  beşek kurdên di nava AK Partiyê de bêdeng nesekinin û li dijî vê biryarê bin.


Civaknas Vahap Coşkun jî got: “Îro gava em lê dinêrin pirsgirêka kurd de gavên demokratîk nayên avêtin. Ev rê hatiye girtin. Ger hûn li derve jî li dijî Kurdistanê siyasetek bimeşînin, wê çaxê dê gel bipirse ka siyaseta we ya kurd çi ye? Wextê bersiva we tunebe, ev yek dê di hilbijartinê de xwe nîşan bide û tesîra wî jî gelek zêde be.”


Li gorî rêveberiyên Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojhilata Nû (YORSAM) jî ger hikûmeta Tirkiyê Başûrê Kurdistanê bixe tengasiyê dê rêjeya dengê hikûmetê li bajarên kurdan ji sedî 40 dakeve sedî 26an.


Rêveberê YORSAMê Newzad Bîngol jî wiha axivî: “Ger li hemberî herêma Kurdistanê mûeyîdeyek giran û tedbîrên leşkerî bên girtin, li Amedê dê dengê AK Partiyê ji sedî 14an dakeve sedî 11an. Li tevahiya herêma me jî dengên AK Partiyê ji sedî 38 -40 e. Ez bawer im siyaseteke wiha dê rêjeya dengên AK Partiyê ji sedî 40î daxe sedî 26-27an.”


Li çayxaneyeke Amedê jî weke dilê siyasetê tê binavkirin. Xelk li hev kom bûne û li ser giştpirsiyê nîqaş dikin. Ew jî dibêjin gaveke şaş a hikûmetê dê kurdan ji AK Partiyê dûr bike.


Di qada siyasî de 24 saet jî weke demeke pir dirêj tê binavkirin. Ji ber vê yekê helwesta welatên cîran a derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de dibe ku di nava kêliyan de jî biguhere. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst