Serok Barzanî guhdariya pirsgirêkên xelkê dike
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî dê li parêzgeha Dihokê bi welatiyan re bicive.
Nûçegihanê Rûdawê ragihand, “Serok Barzanî dê 3 civînan bi pêkhateyên cuda yên xelkê herêmê re bike.”
Serok Mesûd Barzanî dê bi berpirsên îdarî, kadroyên PDKyê û welatiyan re bicive û rasterast guhdariya xelkê bike.
Nûçegihanê Rûdawê yê Dihokê Nayîf Remezan ragihand ku Serok Barzanî dê 3 civînan li Dihokê bike û got:
“Hevdîtina yekem dê bi xizmên şehîdan, Pêşmergeyên Dêrîn û kesên ku Madalyaya Barzanî wergirtine re be.
Civîna duyem dê bi rêxistinên pîşeyî û civakî yên navçeya Sêmêlê re û civîna sêyem jî dê bi beşên cuda yên xelkê Dihokê re be.”
Serok #Barzanî li ser “Pira Delal”ê ye pic.twitter.com/uen8Ohytba
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 20, 2023
Serok Barzanî ji roja înê ve bi mebesta guhdariya pirsgirêkên xelkê li çend navçe û deverên Dihokê civînan dike.
Serok Barzanî roja înê çû Akrê û Berdereşê.
Herwiha şemiyê çû Amêdiyê û roja yekşemê jî li navçeya Zaxoyê bi welatî û berpirsên îdarî û partiyê re civiya.
Bi gotina berpirsên îdarî, di civînan de daxwazên xelkê hatin diyarkirin.
Hat ragihandin ku dê pirsgirêkên xelkê ji aliyê Serok Barzanî û tîmeke wî ve bên şopandin û çareserkirin.
Serok #Barzanî piştî ku duh li Akrê û Berdereşê guhdariya xelkê kir îro jî berê xwe da Amêdiyê. pic.twitter.com/WpALa3jWwn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 19, 2023