Keçeke Suryan li Qamişlo bi tohmeta sîxurtiyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê keçeke Suryan a 19 salî li bi tohmeta sîxurtiyê hat girtin.

Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan dibêje, ji roja 1ê vê mehê ve hêzên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê keçeke Suryanî li bajarê Qamişlo girtine.

Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de got: “Dema ku keça Suryanî ya bi navê Semîre Gabî ya 19 salî çûye saziyeke Rêveberiya Xweser ji bo ku karekî ji xwe re bibîne, ji aliyê Asayişa Jinê ve hatiye girtin û ji bo zîndana Beytere li taxa Kelase ya Hesekê hatiye birin.”

Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku Semîre Gabî bi “tohmeta sîxurtiyê” hatiye girtin, bê ku tu belgeyek hebe û ti dozek li dijî wê hatibe vekirin.

Rewangeha Aşûrî girtina Semîre Gabî şermezar kir û got, eger tiştek were serê wê, Rêveberiya Xweser berpirs e û xwest ku di zûtirîn dem de ew keç bê berdan.

Li aliyeke din Rêveberê Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha sedema girtina Semîre Gabî nayê zanîn.

Cemîl Diyarbekirlî di heman demê de got, wan doza Semîre Gabî gihandiye rêxistinên navdewletî.

Di wan demên dawî de û piştî zêdebûna êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bi taybet kuştina hejmarek rayedarên payebilind ên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di êrîşên bi dronan de, HSDê operasyonek bi navê “Operasyona Sondê” ji bo girtina “sîxurên ku ji bo berjewendiya Tirkiyê kar dikin”, dest pê kiriye.