Ji ber şerê Tirkiyê û PKKê li Duhokê 255 gund hatîne valakirin
Duhok (Rûdaw) - Şerê Tirkiye û PKKê bandoreke zêde li gundên sînorî yên parêzgeha Duhokê kiriye, di 30 salên borî de li wê parêzgeha Herêma Kurdistanê û sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxo 255 gund hatîne valakirin û tevî çolkirinê zirareke mezin ji aliyê çanidinî jî ve gihaye xelkê deverê. Li gorî amarên Rêveberiya Daristan û Pawanên Duhokê par, 18 hezar donim daristan şewitîne, herwiha 22 hezar donimên rez û bîstanan ji nav çûne.
Gundê Bêduhê yê li herêma Barwarî Bala, 200 mal tê de hene lê hejmara malbatên tê de dijîn, hejmara tiliyên destan derbas nakin. Ji ber şerê Tirkiye û PKKê gundiyan deriyên xwe girtin û çûn bajaran. 30 sal e li ser serê wan şer e. Herî dawî 12 top malên welatiyan ketine. Hinek ji wan tenê rojên înê dimînin û hinek jî çend rojan dimînin.
Niştecihekî gund dibêje: “Di sala 1994an de li gund zêdetirî 200 mal hebûn. Wê demê rêya bazirganiyê hebû û xelkê vê rêxê ligel rêxê din bazirganî dikir. Carekê du şev û rojan top li gund dan, birayeke min ser pirê şehîd bû û herwiha keçek ku daweta wê kiribûn ew jî şehîd bû.”
Nişteciheke din jî got: “Hinek caran mehê carekê têm û carnan jî 10 roja careke têm, lê ez nikarim herim nav rezê xwe .”
Li parêzgeha Duhokê û rêveberiya serbixwe ya Zaxo di 30 salên borî de ji ber şer û pevçûnên di navbera Tirkiyê û PKKê de 255 gund vala bûne. Amedî 195 gund, li Akrê 25 gund, li Şêxan 10 gund û Zaxo jî 25 gund hatine valakirin.
Nişteciheke din ê Gundê Bêduhê jî got: “Em berê diçûn pişt vî çiyayî û em diçûn hemû cihan. Carna em em heşt kîlometran diçûn, lê niha bêyî biryara hikûmetê em nikarin biçin.”
Li gor amarên Rêveberiya Daristan û Çavkaniyên Duhokê, par 18 hezar donim daristan şewitîn, 22 hezar donim zevî û bax û baxçe ji nav çûn. Ziyana wan 7 milyar dînar e.
Şer bandor li Gundê Çelkê jî kiriye. Nala li gund hemî rez bûn û zêdeyî 15 corên fêkî hebûn, lê niha hemû ji ber bêxwedîbûne hişk bûne.
Niştecihekî Gund Çelkê jî got: “Li gundê ti tişt nemaye, ne sêv, ne hirmî, ne mişmiş, ne erd mane, hemû şewitîn. Hemû li ber topan ketine.”
Tirkiyê di nava 30 salên borî de 9 operasyon li ser xaka Başûrê Kurdistanê pêk anîne. Operasyona herî dawî bi navê Pençe Kilîd di 18ê Nîsana îsal de li sînorê nahiya Şêladizê û Kanî Masê destpê kiriye û heta niha berdewam e.