Penaberên Efxanî nakokiyên Tirkiyê kûrtir dike

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Tevgera Talîban piraniya axa Efxanistanê kontrol kir, bi hezaran welatiyên Efxanî ji welatê xwe derketin, beşek ji wan di rêya Îranê re xwe digihînin Tirkiyê da ku ji wir ve ber bi Ewropa biçin.

Niha mijara penaberên Efxanî li Tirkiyê bûye sedema nakokî û aloziyan di navbera desthilatê û opozîsyonê de. Opozisyona Tirkiyê dibêje milyonek û 500 hezar penaberên Efxanî gihane Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê jî ew yek red kir û got bi tenê 300 hezar Efxan koçberî Tirkiyê bûne.

Ev demeke yek ji mijarên sereke yên rojeva Tirkiyê  penaberên Efxanî ne ku piştî kontrolkirin û bihêzbûna Talîbanê li Efxanistanê hejmareke zêde ya wan berê xwe dane Tirkiyê. Ev mijar bûye sedema nakokî û aloziyan di navbera desthilatê û opozîsyonê de. Yek ji îdiayên opozîsyonê ew bû ku milyonek û nîv  koçberên Efxan hatine Tirkiyê, lê Serokomarê Tirkiyê roja Înê bi tundî li dijî vê îdiayê derket û got hejmarên opozîsyonê ne rast in.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan got: “Opozîsyona serekî ya Tirkiyê hertim dibêje ji Efxanistanê bo Tirkiyê milyonek û nîv koçber hatine. Mixabin ev hejmarên ku opozîsyon dibêjin hemû derew in. Ji Efxanistanê bo Tirkiyê bi ti awayî koçek wiha pêknehatiye. Min ev yek doh jî got, niha li Tirkiyê yên tomarkirî û ne tomarkirî, 300 hezar koçberên Afganî hene."

Her çend e ku Serokomarê Tirkiyê li dijî vê yekê derdikeve lê beşeke opozîsyonê berovajî vê yekê dibêje. Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu tenê çend demjimêran piştî daxuyaniya Erdogan, li ser hesaba xwe ya Twiterê bersiva wî da û got: “Xuya ye tu di qesran de yî û nabînî,  te demografiya Tirkiyê xistiye metirsiyê.”

Kilicdaroglu dibêje: “Erdogan ez dubare dikim; were em li gel binêrin, bila ew bêjin, koçber tên yan, na? Bila li derdora xwe binêrin û behsa taxên xwe bikin, xuya ye tu di koşkan de yî û nabînî. Bi kurtî, Erdogan, tu pirsgirêkeka berdewambûnê yî. Te demografiya vî welatî xist metirsiyê. Tu ji hilbijartinê direvî û gelê me jî niha nikare nêrîna xwe bêje. Lê wê rojek bê ku tu dê rûbirûyê rastiyê bibî."

Li gor amarên ku Serokomarê Tirkiyê ragihandine li wî welatî derdora 5 milyon koçberan  hene. Ku Ji wan 3 milyon û 600 hezar  kes awareyên Surî ne, 300 hezar kes koçberên Efxan in û  ligel kesên mêhvan an jî mafê runiştinê wergirtine. Lê opozisyon wan amaran rast nabîne.