Li Mêrdînê rewş metirsîdar dibe

21-08-2021
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Corona Metirsî Ozgur Bîlek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Odeya Pizîşkên Mêrdînê Ozgur Bîlek derbarê rewşa tendirûstî ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê de hişyariyê dide û dibêje:“Ji sedî 90ê çavdêriya hûr ên nexweşxaneyên Mêrdînê tijî pêketiyên Coronayê bûne.”

Endamê Desteya Rêveber a Odeya Pizîşkên Mêrdînê Ozgur Bîlek ragihand ku ji ber welatî pêbendê rênmayiyên tendirûstiyê nabin û vaksîna Coronayê wernagirin, rewşa tendirûstî ya parêzgehê gelekî hestyar e û metirsiyeke zêde li ser e.

Ozgur Bilek dibêje, rojane 600-700 kes bi Coronayê dikevin, ji sedî 90ê beşên çavdêriya hûr ên nexweşxaneyên Mêrdînê tîjî pêketiyên Coronayê bûne, di demên borî de ev rêje ber bi zêdebûnê ve diçe û di nexweşxaneyan de bo wergirtina nexweşan cih namîne. Herwiha Bîlek got, bi giştî rojane 8 welatî bi vîrûsa Coronayê canê xwe ji dest didin.

Bîlek da zanîn ku welatiyên Mêrdînê heta niha di wergirtina vaksînê de gelekî li paş in, bi awayekî hejmara wan kesên vaksîn wergirtine tenê ji sedî 49 e. Ev rêje jî li gor asta bajarên din gelekî kêm e.

Endamê Desteya Rêveber a Odeya Pizîşkên Mêrdînê Ozgur Bîlek daxwazê ji welatiyan dike ku guhê xwe nedin wan gotegot û çîrokan ku behsa rewşa mirov dikin piştî wergirtina vaksînê û dibêje “Take rêya çareseriyê û rêgirtin li berbelavbûna vîrûsê, wergirtina vaksînê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst