Ji Amerîkayê bo Diyaloga Kurdî-Kurdî pêngaveke nû

Qamişlo (Rûdaw) - Piştî demeke dirêj Cîgirê Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê Davîd Brounstein  û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) civînek pêk anîn. Civîn bi rêya vîdeo konferans di navbera wî û Desteya Rêveberiya ENKS de çêbû.

Balyozê Emerîkî David Braunstien careke din ji bo aktîvkirina gerên danûstandinan li gel serkirdeyên ENKS civîneke online li dar xist. ENKS di civîna li gel Braunstien de got ku divê şert û mercên wan cîbicî bibin daku li maseyê danûstandinê vegerin.

Endamê Rêveberiya Giştî ya ENKSê Fêsel Yûsif got: “Me ligel nûnerê Amerîkayê têkilî kir, berê jî têkiliyên me hebûn. Merc di navbera me, Amerîka û birêz Mazlûm Evdê de hebû ku binpêkirin bêne sekinandin. Ev di civîna xwe ya îro de jî li ser wan mijaran rawestiyan û me li hev kir ku têkilî berdewam bin. Me mijara çareserkirina pirsan jî gotûbêj kir.”

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK)jî ku aliyê danûstandinan e dan zanîn ku nûnerê Amerîkî bi wan re jî pêwendî kiriye û ew dê bi hev re bicivin.

PYNK pêşbînî dike ku gereke 6em ya Diyaloga Kurdî-Kurdî di demekê nêzîk de dest pê bike.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Salih Gedo ku di nav Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ye dibêje: “Ev sê çar meh bin nûnerê Amerîkayê çûbû ne li vê derê bû. Gelek bûyer qewimîn, diyar e aliyê Amerîkayê jî heta niha amadekariyên xwe dikin. Hatina nûnerê Amerîkayê gaveke baş e, em hêvî dikin ku pêngavên nû bavêjin.

David Brownstein di Mijdara 2020an de cihê William Roebuck girt û niha dîplomatê herî payebilind ê Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê.

Li jêr çavdêriya Amerîkayê, ku tê de ENKS û PYNK, bi destpêşxeriya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî dest bi danûstandinan kiribûn.

Li ser daxwaza Fermandarê HSDê General Mazlûm Kobanî, gerên diyaloga Kurdî-Kurdî Nîsana 2020an hatin destpêkirin.

Roja 16ê hezîrana 2020ê, herdu alî gihiştin Nêrîneke siyasî hevbeş û lihev kirin ku Rêkeftina Duhokê ya Cotmeha 2014an bibe zemîna wan danûstandinan.

Piştî rêkeftina li ser nêrîna siyasî ya hevbeş, herdu alî gihiştin rêkeftinê ku lêvegera siyasî ya Kurdî ji 32 kesan pêk bê.

Ji dawiya sala 2020an Diyaloga Kurdî-Kurdî rawestiya ye.