Ji bo xwendevanên Kurd ên li derveyî welat hewla alîkariyê tê dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pilandanînê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ew mijûlî dîtina mekanîzmekê bo dabînkirina pereyê pêwîst bo xwendekarên jêhatî yê li derve ne, daku bikarin xwendina xwe biqedînin.

 

Rêveberê Geşedana Karîna Fermanberan di Wezareta Piladanînê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Govend Ebdulla ji Rûdawê re got, “tevî ku ti biryarek bo şandina xwendevanên behremend tune ye, lê 242 xwendevan li derve hene û ew niha mijûlî dîtina mekanîzmekê bo peydakirina pereyê pêwîst ji bo wan xwendvanan in.”

 

Berî 2 salan Hikûmeta Kurdistanê biryar da ku 30 milyon dînarê Iraqî bo wan xwendevanên jêhatî yên projeya Geşedana Şiyana Fermanberan terxan bike daku xwendina xwe temam bikin, beşek ji pereyan bo wan xwendevana hatine dan lê beşekî din hêj maye.

 

Govend Ebdulla herwiha got, “1467 xwendevanên jêhatî ku berbijêr in bo şandina derve, ji wê hejmarê heya niha bi riya wezarta pilandanînê 700 xwendevanan,  xwendina xwe temam kirine û 235 mane ku hêj xwendina xwe temam nekirine.”

 

Ebdullah diyar kir, ew dê bi mercekê dema xwendina wan xwendevanan dirêj bikin, ku zanîngeh piştgiriyê bidin wan.