Nevzat Bîngol: Li hemû şaredariyên HDPê dê qeyûm bên danîn

Amed (Rûdaw) - Lêkolîner Nevzat Bîngol ragihand ku dê li hemû şaredariyên di destê HDPê de qeyûm bên danîn û diyar kir, “AK Partiyê hêviya ji Kurdan biriye û dixwaze neteweperestan li dor xwe kom bike.”


Lêkolîner û Nivîskar Nevzat Bîngol, derbarê jikardûrxistina şaredarên Amed, Wan û Mêrdînê û danîna qeyûman li şûna wan beşdarî bûltena Rûdawê bû.


Nevzat Bîngol dibêje, ew biryar ne surprîz bûn û got, “Ew ên ku birêz Erdogan û AK Partiyê dizanin û polîtkayên wan dişopînin, çaverêyî danîna qeyûman dikirin.”


Bîngol got ku taybet jî piştî hilbijartinên Stenbolê, şikestineke Erdogan li hemberî HDPê û dengderên Kurd heye û diyar kir, “Ne tenê sê şaredariyên bajarên mezin, li gor pêşbîniya min dê ji bo hemû şaredariyên di destê HDPê de qeyûm bên danîn.”


Derbarê egera danîna qeyûman bo şaredariyên Stenbol û Enqerê jî ew lêkolîner diyar dike ku eger şert û merc guncaw bin û ew bertekên li hemberî dûrxistina şaredarên HDPê ne di asta ku tê xwestin de be, dibe şaredarên Enqere û Stenbolê jî ji kar bên dûrxistin û dibêje, “Lêbelê ne danîna qeyûman, dibe di hilbijartineke di nav encûmena şaredariyê de kesekî din bê destnîşankirin . Li Enqere û Stebolê, piraniya encûmenên şaredariyê yên herdu bajaran di destê AK Partî û MHPê de ne.”


Lêkolîner Bîngol destnîşan dike ku AK Partî bi  hilbijartinên herêmî yên dawîn, ber bi berjêrbûneke cidî ve ye û diyar dike, “Dengdêrên neteweperest ji AK Partî û MHPê dûr ketin û nêzî ÎYÎ Partiyê bûn, li aliyê din Kurdên mihafazakar jî ji AK Partiyê dûr ketin. Taybetî jî xebatên Ahmet Davutoglu û Alî Babacan ên bo demazrandina partiyên nû, AK Partî xist rewşeke dijwar.”


Nevzat Bîngol radigihîne ku bi danîna qeyûman, HDP weke dijminekê tê nîşandan û diyar dike ku bi van polîtîkayan tê gotin, ‘tenê ez dikarim li hemberî vî dijminî têkoşîn bidim’ û bi vî awayî armanc ew e wan dengdêrên neteweperest dîsa li bin sîwana AK Partî û MHPê kom bike.


Nevzat Bîngol radigihîne ku AK Partiyê hêviya xwe bi temamî ji dengdêrên Kurd biriye û dibêje di rastiyê de naxwaze jî. Bîngol gotinên xwe wiha dewam dike, “Divê em li wan aliyan binêrin ew ên ku çepikan li hemberî tayînkirina qeyûman digirin: Dogu Perînçek ku berê li gel Abdullah Ocalan gelek ji dil û can bû. Mehmet Agar, Devlet Bahçelî û aliyên din ên netewperest li hemberî tayînkirina qeyûman li çepikan didin. Di vir de armanca sereke ew e AK Partiya ku hêviya xwe bi temamî ji Kuran biriye, dengên netewpewrest li dor xwe kom bike.”


Ew lêkolîner û nivîskar dibêje, teyînkirina qeyûman êrişeke li hemberî îradeya xelkê û radigihîne ku xelk vê qebûl nakin. Bîngol, diyar dike, “Lêbelê serkirdeyên HDPê ne xwediyê wê şiyana manewraya siyasî ne. Çalakiyên cur bi cur hene ku bên pêşxistin.


Nevzat Bîngol li ser egera derketina HDPê ji parlamentoya Tirkiyê jî diyar kir, “Divê serkerdeyên HDPê di vî warî de polîtîkayan pêk bînin. Teqez e ku danîna qeyûman dê dewam bike. Derbarê gelek şaredaran de dosya hatine amadekirin. Eger ez li şûna serkirdeyên HDPê bûma, min dê di demeke kurt de ew şaredarên heyî bidana îstîfakirin bêyî ku bimînin li benda qeyûman û li şûna wan endamekî encûmena şaredariyê,  weke şaredar tayîn bikira. Eger dîsa jî qeyûm bihata tayînkirin, min dê wisa kiriba ku hemû endamên şaredariyê dest ji kar berdin. Ev jî nebû min dê hemû parlamenter bidana îstîfakirin. Ev jî nebû min dê heftiyê carekê parlamenter li Amedê kom kiriban û gotiba lîstika şanoyê tê lîstin. Eleqeya medya derve dê li ser vê yekê zêde ba.”


Derbarê peywendiya tayînkirina qeyûman li gel polîkaya derbarê Rojavayê Kurdistanê de Bîngol dibêje, “AK Partî li derve û hindûr ketiye tengasiyê. Aborî, civakî û siyasî de di her warî de di tengasiyê de ye. Li aliyekê hewl dide bikeve Rojavayê Kurdistanê ku bi perçeyekî biçûk be jî ez di wê baweriy de me dê bikevê. Helbet di navbera tayînkirina qeyûman û polîtkayên derbarê Sûriyê teqez peywendî heye.”