Heval Ebûbekir: Tirkiye dê esmanê xwe li ser geştên Firokexaneya Silêmaniyê veke

Silêmanî (Rûdaw) - Parêzgarê Silêmaniyê derbarê destpêkirina geştên esmanî yên navbera Tirkiyê û Firokexaneya Navdewletiya Silêmaniyê de ragihand, di pêşerojeke nêzîk de Tirkiyê dê esmanê xwe jibo geştên esmanî yên Fiorkexaneya Silêmaniyê veke.

 

Heval Ebûbekir di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ya ku ji me re hatiye gotin û me jî li gel desthilata firokevaniya Iraqê gotûbêj kiriye û wan jî li gel Tirkiyê behs kiriye, hêvî heye ku di pêşerojeke nêzîk de ev kêşe bihê çareserkirin û Tirkiye esmanê xwe jibo geştên esmanî yên Firokexaneya Silêmaniyê veke.”

 

Parêzgarê Silêmaniyê got: “Di qonaxa yekem de bi kêmanî esmanê Tirkiyê dê jibo geştên navdewletî yên Firokexaneya Navdewletiya Silêmaniyê were vekirin û di qonaxa duyem de jî dê geştên firokeyên Tirkiyê bo Firokexaneya Navdewletiya Silêmaniyê dest pê bike.”

 

Ev yek di demekê de ye, ku doh Duşemî 20ê Tebaxa 2018, Konsulê Tirkiyê yê li Herêma Kurdistanê li ser heman mijarê di daxuyaniyekê de ragihand, ew di gotûbêjê de ne û hewl didin, ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

 

Daxuyaniya Heval Ebûbekir di demekê de bû, ku îro merasmîn taybet bi roja yekem a cejna Qurbanê li Herêma Kurdistanê birêve diçûn û ew bi xwe jî bo beşdariya di nimêja cejnê de li mizgevteke bajarê Silêmaniyê amade bibû.

 

Parêzgarê Silêmaniyê derbarê rêkarên rêveberiya parêzgehê bo rojên cejna Qurbanê de jî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Tevahiya karûbaran bi şêweyeke dirist hatine organîzekirin û rênimayiyên taybet ji welatiyan re hatiye derxistin û daxwaz ji xwediyên xwaringehan hatiye kirin, ku dikanên wan vekirî bin û pêşwaziyê li geştyaran û wan mêvanan bikin, ku têne Silêmaniyê.”

 

Piştî lidarxistina referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ku di 25ê Îlona 2017ê de birêveçû, hikûmeta Iraqê di 29ê heman mehê de qedexe danî ser her du firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê û geştên navdewletî yên her du firokexaneyan hatin rawestandin.

 

Piştî derbasbûna şeş mehan bi ser wê dorpêça hikûmeta Iraqê de, kompaniya Mahan Air a Îranê yekem geşta esmanî bo firokexaneya Hewlêrê encam da û piştre geştên esmanî yên ji welatên din ber bi Kurdistanê ve dîsan dest pê kir, ku yek ji wan welatan jî Tirkiye ye.

 

Tevî ku geştên esmanî di navbera Tirkiyê û firokexaneya Hewlêrê de hatiye destpêkirin, lê belê ji ber çend pirsgirêkên siyasî, Enqerê esmanê xwe li ser geştên esmanî yên Firokexaneya Silêmaniyê girtî ye û heta niha razî nebûye ku esmanê xwe bo geştên wê firokexaneyê veke.