Li Şirnexê zaroka 4 salî di Çemê Xabûrê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê zaroka 4 salî di Çemê Xabûrê de xeniqî.

Bûyer demjimêrên şeva borî li gundê Melîsê yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê çêbû.

Li gorî zanyariyan keçeke 4 salî dema li ber mala xwe ya li kêleka Çemê Xabûrê dilîst lingê wê şemitî û ket çem.

Piştî demekê zaroka 4 salî ji aliyê kesûkarên wê ve ji çem hat derxistin û ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê.

Rewşa wê necîgir bû û tîmên tenduristiyê ew bi helîkopterê bir Nexweşxaneyqa Dewletê ya Şirnexê.

Lê tevî hewldanên bijşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Cenazeyê zaroka 4 salî dê piştî otopsiyê li gundê Melîsê bê veşartin.