Li 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê karkerên DEDAŞê dest bi xwepêşandanê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, îro 21ê Temûzê karkerên Kompanya Elektrîkê ya Dicle (DEDAŞ) bi armanca zêdekirina mûçeyên xwe xwepêşandan saz kirin.
Karkerên Kompanya DEDAŞê ku bo 6 parêzgehên Bakurê Kurdistanê elektrîkê dabîn dike, daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe û baştirkirina mafên kar dikin. Karker daxwaza mafên weke endamtiya sendîkayê, betlaneyên fermî û sivikkirina kar dikin.
Karkerên #DEDAŞ`ê ji bo zêdekirina mûçeyan li 6 parêzgehan bi awayekî hemwext çalakiyan li dar dixin.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 21, 2023
📽️Abdulselam Akinci/Rûdaw pic.twitter.com/61mo8V6kss
Karkerên li bajaran li pêş avahiyên DEDAŞê kom bûn û bi diruşmên “Em ê bi berxwedanê biser kevin” xwepêşandanê dikin.
Herwiha xwepêşandanên li bajaran dê heta demjimêr 17:00 berdewam bikin.
Li #Amed`ê bi sedan karkerên #DEDAS'ê ji bo mafên xwe li ber avahiya kompaniyê xwepêşandan dikin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 21, 2023
Video: Abdulselam Akinci/Rûdaw pic.twitter.com/VAilfBu0Js