Li Rihayê qeza: Kesekî canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyan li ser rêya navçeya Siwêregê û parêzgeha Amedê barhilgirek li otomobîlekê qelibiye û di encamê de otomobîl ji rê derketiye û qulibiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîsan çûne cihê bûyerê. Hatiye zanîn ku kesekî bi navê Zulfîkar Aylar li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Piştî bûyerê şofêrê barhilgirê hatiye desteserkirin.