Ji Misir û Komkara Erebî li ser topbarana Zaxoyê daxuyaniyên tund

Hewlêr (Rûdaw) - Komkara Erebî bi tundî topbarana li ser seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê şermeza kir ku di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn. Her wiha Wezareta Derve ya Misirê jî topbaran şermezar kir û piştevaniya xwe bo Hikûmeta Iraqê nîşan da.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Cemal Ruşdî li ser topbarana li dijî sivîlên seyrangeha gundê Perex a Zaxo ya Duhokê de daxuyaniyek da.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Cemal Ruşdî di daxuyaniya xwe de ev topbaran weke binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî û prensîbên cîrantiya baş nirxand.

Cemal Ruşdî her wiha anî ziman, “Komkara Erebî êrîşên Tirkiyê yên li ser Iraqê red dike û her binpêkirina serweriya her welatekî Erebî şermezar dike. Pêwîst e Enqere di pêwendiyên xwe yên ligel welatên herêmê de prensîba cîrantiya baş ji nû ve ber çavan re derbas bike û xwe ji operasyonên leşkerî li ser xaka welatên Ereb di bin her hincetekê de bin dûr bixe.”

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Misirê

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Misirê de hat destnîşankirin ku divê rêz li prensîb û biryarên hiqûqa navneteweyî yên di derbarê parastina sivîlan de bê girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin. Misir piştgîriya xwe ya tam ji bo serweriya Iraqê li ser xaka xwe dûpat dike û piştgiriya tedbîrên Hikûmeta Iraqê bo parastina ewlehî û aramiya welat û berjewendiyên gelê bira yên Iraqê dike. Her wiha sersaxiyê li malbatên qurbaniyên bêguneh dike û hêviya başbûnê ji hemû birîndaran re dixwaze.”