Erebistana Siûdî topbarana Zaxoyê şermezar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxo ya Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, “Em bi Iraqê re ne ji bo rûbirûbûnan.”

Roja Pêncşemê 21ê Tîrmeha 2022an, Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî li ser topbarana seyrangeha gundê Perex a Zaxo got, “Erebistana Siûdî êrîşa ser Komara Iraqê parêzgeha Duhokê hatiye kirin şermezar dike.”

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî her wiha diyar kir ku ew bi Hikûmeta Iraqê ne ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên ku ewlehî, serwerî û ewlekariya wê tehdîd dikin.

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî piştî topbarana 20ê Tîrmehê ya ku li ser seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê hat kirin û 9 geştyarên Ereb ji bajarên cuda yên Iraqê hatin kuştin û 26 kes birîndar bûn hat.