DEM Partî: Di dema felaketan de dewlet ne bi xelkê re ye

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê derbarê şewata li Mêrdîn û Amedê got, “Di dema felaketan de desthilat û dewlet ne bi xelkê re ne."

Doh bi şev di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de agir bi zeviyan ket.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdê 8 gundan belav bû.

Partiya Gelan a Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) derbarê şewatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji ber şewata doh bi şev 7 kesan canê xwe ji dest daye û 44 kes birîndar bûne ku rewşa 10an ji wan giran e.

“Şaredariyên me ji bo vemirandina şewatê seferber bûn”

Di daxuyaniya DEM Partiyê de wiha hat gotin:

“Ji bo vemirandina agir di serî de Amed, Mêrdîn û Wan hemû şaredariyên me yên li herêmê ji bo vemirandina şewatê seferber bûn û wan alîkarî gihand gel.”

DEM Partiyê amaje bi wê yekê kir ku desthilat ji bo midaxeleyê dereng ma û got:

“Vê karesatê careke din nîşan da ku di felaket û karesatan de desthilatdarî û ne bi gel re ye.

Di dema erdhejê de nebûn, di şewatê de nînin, di lehiyê de nînin.”