6 rojên ewil ên betlaneya cejnê ji ber qezayan 49 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di 6 rojên ewil ên betlaneya Cejna Qurbanê de ji ber qezayên trafîkê 49 kes mirine û 7 hezar û 683 kes jî birîndar bûne.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê amarên qezayên trafîkê daxuyanî da.

Yerlîkaya diyar kir ku di 24 saetên dawî de ji ber 668 qezayên trafîkê, 13 kes mirine û hezar û 133 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku di 6 rojên ewil yên betlaneya Cejna Qurbanê de (şemî, yekşem, duşem, sêşem, çarşem û pêncşemê) ji ber qezayên trafîkê 49 kes mirine û 7 hezar û 683 kes jî birîndar bûne.