Li Rihayê ji ber nexweşiya harbûnê karantîna hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji ber ku bi kûçikekî re nexweşiya harbûnê hat dîtin li Taxa Sumakliyê karantîna hat ragihandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ragihand, li Siwêregê tîmên pêwendidar kuçikekî li kolanê bi gumana ku nexweşiya harbûnê pê re heye bir cihên ajelan.

Paşê jî ew kûçik miriye.

Piştî pişkînînê derketiye ku ew kûçik bi nexweşiya harbûnê ketiye û ji ber vê yekê li Taxa Sumakliyê qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.

Rêveberiya Tenduristiyê ya parêzgehê diyar kir ku wan pêvajoya derzîkirina nexweşiya harbûnê daye destpêkirin.

Herwiha 30ê Gulanê û 4ê Hezîrana îsal li 3 taxên navçeya Eyubiyeyê ya Rihayê jî bûyerên bi heman awayî çêbûbûn ku li kolanê kuçikan êrişî 2 kesan kiribû.

Piştî bûyeran li 3 taxên navçeya Eyubiyeyê karantîna hatibû ragihandin û tabelaya hişyariyê hatibû daleqandin.