Koca: Hejmara miriyên şewata li Mêrdîn û Amedê gihîşt 11 kesan
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihand ku hejmara kesên di şewata li Mêrdîn û Amedê de mirine gihiştiye 11 kesan.
Doh şev di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de agir bi zeviyan ket.
Ji ber ba û bahozê agir li nava erdê 8 gundan belav bûbû.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca derbarê şewatê daxuyanî da.
Koca da zanîn ku di wê şewatê de 11 kesan canê xwe ji dest daye.
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê herwiha eşkere kir ku ji ber şewatê 78 kes jî birîndar bûne.
🎤"Ma qey kafiristanî ye?"
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 21, 2024
🎤"Ka kî ma? Giş sêwî man"
🎤"Şewitî yabo, çû pêşiya agir û şewitî?"
Agirê li #Mêrdîn û #Amed`ê hat vemirandin lê di dilê dayîk û bavan de ji nû ve gur bû pic.twitter.com/MHN1QN0jcB