Bîlançoya cejnê: 7 kes xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw)- Rêveberiya Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê ragihand ku di 4 rojên Cejna Qurbanê de 404 bûyer çêbûne û 7 kes xeniqîne û 348 kes bûyerên şewatê jî pêk hatine.

Rêveberiya Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê amarên bûyerên Cejna Qurbanê belav kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku plana parastina can û malê xelkê di rojên Cejna Qurbanê de hatiye bicihanîn.

Li parêzgeha Silêmaniyê 2 kes, li Zaxoyê 2 kes, kesek li Soranê û 2 kes li Germiyanê xeniqîne.

Li gorî daxuyaniyê amarên bûyeran wiha ne:

- Bi giştî 404 bûyer pêk hatine

- 348 bûyerên şewatê çêbûne

- 7 kes di av û çeman de xeniqîne

- 5 kes ji xeniqînê hatine rizgarkirin

- Kesek li Soranê ji çiya ketiye û canê xwe ji dest daye û cenazeyê wî li Saziya Dadî ya Soranê ye.