Li Efrînê 2 Erebên hawirde pereyên pîremêrekî Kurd dizîn

Hewlêr (Rûdaw) - Roja Sêşemê, 20ê Hezîranê, 2 Erebên hawirde li ber ofîseke wergirtina pereyan li Efrînê pereyên pîremêrekî Kurd bi navê Hecî Fewzî Ehmed, jê stendine û reviyane.

Rêber Ehmed kurê Hecî Fewzî Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku dema bavê wî çûbû ofîsa veguhestina pereyan û pereyên xwe wergirtibûn, 2 çekdarên Ereb ên hawirde li pêş ofîsê pereyên wî jê stendine û reviyane.

Rêber Ehmed ji Rûdawê re behsa bûyera diziyê kir ku çawa çêbûye û diyar kir ku du Erebên hawirdê ku temenê wan di navbera 50-60 salî de pereyên bavî wî dizîne û wiha berdewam kir “Birayekî min ji bavê min re pere şandibûn û duh gihîştine. Pîremêrek e û temenê xwe gihîştiye derdora 80 salî. Dema ku ji nevîsgeha hewaleyan pere werdigre, motorsîkletek ku 2 kes li serê bûne li gel wî disekine û pê re diaxivin. Li ser adresekê pirs dikin ku li kuderê ye. Piştî wê jê re dibêjin `cuzdan û belgeyên te ji te ketine.` Bavê min destê xwe diavêje cuzdanê xwe, wexta derdixe binêre rast e yan ne rast e ji dest digrin û direvin."

Ehmed bal kişand ser dizî û kiryarên li Efrînê û dibêje "Vê diziya ser motoran ne ya yekê ye û ne ya dawiyê ye. Bajarê Efrînê berê bi sembola aşityê dihate naskirin di nav bajaran de lê niha bi rewşa dizî û kuştina mirovan tê naskirin.”

Herwiha Ehmed da zanîn ku ew pere ji bavê wî re hatibûn şandin daku pê qurbaniyekê ji bo cejnê bikire.