Parêzgariya Amedê têkildarî bûyera Rezanê û kuştina 2 kesan de dauxyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgariya Amedê derbarê bûyera îro ya li navçeya Rezanê de ku têde 2 kesên birayên hev jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kujerê her du birayan, navê wî M.K. ye û Nobedarê Bazarê û Taxê (Bekçî) ye.

Îro di markêtekê de li taxa Selaheddînê Eyûbî ya navçeya Rezanê ya Amedê di navbera du komên nakok de pevçûn derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin ku birayên hev in.

Nûçegihanê Rûdawê yê li Amedê Abdulselam Akincî ragihand, her du alî xizmên hev in û di navbera wan de li ser erdê nakokî hebûne, herwiha tê gotin her du kesên kuştî birayên hev in û gule li serên wan ketine û jiyana xwe ji dest dane.

Derbarê bûyera îro ya li navçeya Rezan a Amedê de Parêzgariya Amedê daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariya Amedê dibêje: “Îro saet derdora 12.30’an de li navçeya Rezanê (Baglar) ji ber dijminatiya di navbera wan de, di encama gulebarana Nobedarê Bazarê û Taxê (M.K) ku di Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê de dixebite, Nobedarên Bazarê û Taxê (K.K) û Alîkarê Teknîsyen (H.K) ku di heman demê de xebatkarên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê ne, mixabin mirin.”

Di daxuyaniyê de tê herwiha gotin, “Gumanbar Nobedarên Bazarê û Taxê (M.K) bi çeka ku di bûyerê de bi kar aniye, teslîmî yekîneyên me yên ewlehiyê bû. Derbarê bûyerê de lêpirsîneke piralî hatiye destpêkirin.”