Parêzer Kutevî behsa gulebaranê kir; Li Wan-Elbakê çi bû?

21-06-2022
RÛDAW
Parêzer Kadîr Kutevî
Parêzer Kadîr Kutevî
Nîşan Gundê Sersûlê Wan Elbak Gulebaran Leşker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Wanê Parêzer Kadîr Kutevî diyar kir ku derbarê tiştên di serdegirtina gundê Xaşkan a Elbakê de pêk hatiye dê serlêdana sûcê bikin.

Li navçeya Elbakê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê leşkerên artêşa Tirkiyê bi armanca desteserkirina welatiyê bi navê M.E.A bi ser gundikê Sersûlê yê girêdayî gundê Xaşkanê de girtin û bi gulebaranê xelk tirsandin.

Dîmenên gundê Xaşkanê ser bi navçeya Elbakê derenga şeva Duşemê 20ê Hezîrana 2022ê li ser medya civakî belav bûn û bû sedema nerazîbûnê.

Parêzgariya Wanê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û li gor îdîayên Parêzgariyê di dema desteserkirina wî kesî de gundiyan kevir avêtine wesayîta leşkeran û wan jî bi armanca belavkirina xizmên wî kesî gulle ber bi esman ve reşandine.

Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Wanê Parêzer Kadîr Kutevî ku beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê gulebarana leşkeran de axivî.

Kutevî diyar kir ku ji ber pêvajoya siyasî ya ku li Tirkiyeyê diqewime li gelek qadan binpêkirinên mafan hene û got “Em wek Baroya Wanê van binpêkirinan dişopînin. Lê mixabin dozger û dadger ne di wê nêzîkatiyeke ku mafên mirovan diparêze de ne. Herî dawî jî tiştên ku li Xaşkan qewimîn berhema vê zîhniyetê ye.”

“Li jinan dan, berê çekan dan zarokan”

Kutevî diyar kir ku der barê bûyera li gundikê Sersûlê de bi gelê gund re têkilî danîne û wiha got:

Nişteciyên gund diyar kirin ku leşker û polîsan bê sedem ji nişka ve avêtine ser gund û kesê hatiye binçavkirin rastî îşkenceyê hatiye. Her wiha tê gotin ku wan jinan derb kirine û berê çekan dane zarokan. Mirovan bi vî awayî tirsandine.

Walîtiya Wanê jî weke ku tiştek nebûbe daxuyani dide. Lê dîmen li rastê ne. Li gorî Qanûna Cezayê ya Tirkiyê, qedexe ye ku hêzên ewlehiyê bêyî hewldana êrîşa çekdarî çekan bikar bînin. Walîtî dibêje wan bi keviran bersiv dane. Eger wisa be jî bikaranîna çekan sûc e. ya din li gund ti kesî çek bikarneaniye. Wê demê tu kes tune ku li hember çekan bikar bîne. Jin û zarok hene.”

“Ev dîmen nayên qebûlkirin”

Parêzer Kadîr Kutevî tekez kir ku “di sedsala 21an de ev dîmen qet nayên qebûlkirin. Herwiha Kutevî da zanîn ku heyeta hevpar a Baroya Wanê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Wanê û Komeleya Hiqûqnasan a Azadiyê çûn gund û rapora ku piştî lêkolînên pêwîst bê amadekirin dê bi raya giştî re bê parvekirin.

Li aliyê din din Kutevî dibêje "Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û giliyên pêwîst bikin, lê mixabin dema em li helwesta li hemberî sûcên bi vî rengî û binpêkirinên mafên mirovan ên berê dinêrin, em ji encameke adil re ne hêvî ne."

“Li dijî Kurdan nijadperestî berdewam e”

Endama Lijneya Rêveber a Baroya Wanê Kutevî, anî ziman ku li ser serlêdana gundiyan dê serî li dozgeriyê bidin û got “Lê ev pirsgirêk tenê bi têkoşîna parêzeran çareser nabe. Divê derdorên demokratîk ên li Tirkiyeyê bibin yek û bertekên xwe nîşan bidin. Binêrin, dema li Îzmîrê çalakiyek çêbibe wiha çek nayên bikaranîn, lê dema ku li Wanê çalakiyek çêbibe çek tên bikaranîn. Wateya ku li hemberî Kurdan nîjadperestî berdewam e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst