Cemîl Bayik PDK û YNK tometbar kirin û gef xwar: Me heta niha sebir kir, lê êdî..

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê, Cemîl Bayik ragihand, li Herêma Kurdistanê hin kes ji bo Istixbarata Tirkiyê MÎTê dixebitin û lis er gerîla zanyariyan didin MÎTê û got: “Me heta niha sebir kir, lê êdî destê kê bikeve xwîna gerîla dê bibe hedefa me.”

Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de ligel Stêrk TV a nêzîkî PKKê, operasyonên dawî yên Tirkiyê yên li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê û rewşa dawî ya li herêmê nirxandiye.

Bayik amaje bi destpêkirina operasyona hêzên Tirkiyê ya bi navê Çengê Piling li nav axa Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir, ku ev operasyon di çarçoveya “kosêpêta li dijî gelê Kurd” û bi armanca “tasfiyekirina PKKê” tê lidarxistin û dibêje: “Ev êriş ne nû ne. Li ser tevgera me û gelê me konseptek tê meşandin. Ji bo wê konseptê timî li ser tevgera me êriş hene, li ser gelê me êriş hene. Hedefa van êrişan jî ku tevgera azadiyê tasfiye bikin, ku karibin Kurdan qir bikin. Ji ber ku heta ku PKK tasfiye nekin, nikarin qirkirina Kurdan temam bikin. Ji bo wê him tasfiyekirina PKKê hem qirkirina gelê Kurd bi hev re dimeşîne.”

Cemîl Bayik herwiha amaje bi wê yekê dike, ku ew êrişên li Mexmûr, Şingal û Herêma Parastina Medyayê pêk anîn, girêdayî vê konseptê ne.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê destnîşan kir: “Li vir ez dixwazim balê her kesî bikişînim. Bi balafiran li Şengal, Mexmûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê dan, lê dengê kesî dernakeve. Ne yê hikumeta başûr, ne hikumeta Iraqê, ne Neteweyên Yekbûyî, ne Amerîka, ne Ewropa kes li dijî van êrişan dengê xwe dernaxe. Bêguman maneya vê heye. Ji ber ku diyar e ku ev hemû li vê êrişê de agahiyên xwe hene. Dibe ku hinekan ji bo ev êriş çêbibe alîkariya Tirkiyeyê kirine, destûr dane Tirkiyeyê, ji Tirkiyeyê re gotine 'em li pişt te ne, tu dikare bike'. Eger ne bi vî rengî be, hêzeke Tirkiyeyê welê nîne ku van deveran bi balafiran bi saetan lê bide. Ev ne pêkane.”

Cemîl Bayik diyar kir, ku Kampa Mexmûrê di bin rêveberiya Netewên Yekgirtî de ye û herwiha esmanê Iraqê jî di jêr kontrola Amerîkayê û hikûmeta Iraqê de ye û got: “Eger ew destûrê nedin Tirkiyeyê gelo Tirkiye dikare bêyî wan bi saetan bi dehan balafiran êrişî Mexmûrê, Şengalê, Herêmên Parastinê yên Medyayê bike? Ev nepêkane. Ji ber vê yekê li van êrişan hem hikumeta başûr hem hikumeta Iraqê hem Neteweyên Yekbûyî, hem Amerîka bi taybetî berpirsyar in. Lazim e gelê me van berpirsyar bibînin. Lazim e vana, van êrişan qebûl dike yan nake, alîkariya van êrişan kiriye yan nekirine, destûr dane Tirkiyeyê yan nedane, lazime rayeya xwe diyar bikin. Ev mafê gelê me ye, mafê me ye. Lazime em bi vê zanibin. Eger daxuyaniya xwe diyar nekin, wê demê şirîkê dewletê Tirkiyeyê ne, destûr dane Tirkiyeyê, Tirkiyeyê bi destûra wan ew êriş kiriye. Gelê me wê wer bizanibe. Heta ku daxuyaniya wan bi erênî jî bin wekî din jî be, lazim e gelê me li wan vê bixwaze. Ev mafê gelê me ye, lazim e ew jî bersivê bidin. Eger nedin em ê wan berpirsyar bibînin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê behsa êrîşa esmanî ya 27ê Gulanê ya li dijî Endamê Komîteya Navendî ya PKK, Kasim Engîn kir, ku di wê êrîşê de Engîn canê xwe ji dest dabû û got, êrişên bi vî awayî li ser zanyariyên istixbaratî yên xwecihî tên kirin.

Cemîl Bayik bi gotina, li Başûr hinek saziyên wek Parastin heye, Zanyarî heye. Di nava wan de alîkariya MÎTê dikin. MÎT bi alîkariya wan digihêje agahiyan, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi alîkariya MÎTê û dayîna zanyariyên istixbaratî yên derbarê PKKê de tometbar kir.

Bayik her derbarê vê mijarê de wiha berdewanê da axavtinên xwe: Niha di vir de dibe ku hinek kadroyên PDK, YNK, yan jî partiyên din hene, hinek girêdayî partiya xwe ne, girêdayî rêxistinên xwe ne. Rêxistinên wan ji wan hinekî malûmatan dixwazin li ser gerîla. Ew jî ji bo rastiya wan malûmatan dixwazin didin. Nizanin ku ew malûmatan diçin MÎT'ê. Ew ji bo rêxistinên xwe wer fêhm dikin ku karekî dikin. Halbûkî ji bo rêxistina xwe kar nakin. Ji bo MÎT'ê kar dikin. Bi nezanî vê dikin. Malûmatan li ser gerîla, li ser nuqteyê wan, li ser tevgera wan kom dikin didin rêxistinên xwe, ew rêxistinên wan jî didin MÎT'ê. MÎT bi wan malûmatan derbê li gerîla dixe. Lazim e gelê me yê Başûr bi vê zanibe.

Di berdewamiya axavtinên xwe de, Bayik gef xwar û got: “Di vir de dixwazim her kes bi vê zanibe. Me heta niha sebir kir. Me xwest ku rêxistinên Başûr tedbîrê wê werbigirin. Lê belê diyar dibe ku ti tedbîrê wê wernagirin. Di vir de em kê tespît bikin, em diçin ser wan. Paşê van rêxistinan, van partiyana nebêjin PKK însanê me dikuje, nebêje PKK li dijî me siyaseteke pêş dixe. Eger naxwazin însanê wan bên kuştin, wê demê lazim e li însanê xwe xwedî derkevin. Bila nehêlin ku xerabiyê bikin. Bila nehêlin ku xiyanetê bikin, nehêlin ku têkevin xwîna gerîla. Kî têkeve xwîna gerîla ew dibe hedefa me.”

Tirkiyê şeva 14ê Hezîranê operasyoneke esmanî li dijî PKKê bi navê operasyona Çengê Baz li nav sînorê Başûrê Kurdistanê û axa Iraqê pêk anîn. Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê wê operasyonê de gotibû, 81 cih û pêgehên PKKê li Qendîl, Şingal, Mexmûr, Qereçûx, Avaşîn û Basyanê ji aliyê balafirên wan ve hatine bombebarankirin.

Herwiha Tirkiyê roja 16ê Hezîranê operasyoneke bejahî jî bi navê Çengê Piling li nav axa Başûrê Kurdistanê li dijî PKKê ragihand. Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê wê operasyonê de jî ragihand, ku hejmarek komandoyên wî welatî bi helîkopterên cengî derbasî devera Heftenînê ya sr bi qezaya Zaxoyê ve bûne û li dijî PKKê dest bi operasyonê kirine.

Hêzên Parstina Gel (HPG) jî ku baskê leşkerî yê PKKê ye, li ser wê operasyonê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, wan her di destpêkê de derbek giran li hêzên Tirkiyê xistiye û operasyona Tirkiyê bê encam bûye.

Li aliyekê din, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di wan du rojên dawiyê de tekezî li ser berdewamiya operasyona bejahî ya Çengê Piling li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê kir. Çavuşoglu herwiha bajarê Silêmaniyê jî xiste nav hedefên operasyona Tirkiyê û ragihand, Silêmanî ketiye bin karîgeriya PKKê û ew yek bûye gef li ser Tirkiyê.

Daxuyaniya Cemîl Bayik û tometbarkirina PDKê û YNKê di demekê de ye, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê wek saziyên fermî yên Başûrê Kurdistanê derbarê êrîşên Tirkiyê de daxuyaniyên cuda belav kirine û tevî şermezarkirina êrîşan, daxwaz ji Tirkiyê kirine, ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bigire û ji PKKê jî xwestine, ku çalakiyên xwe ji nav axa Herêma Kurdistanê bibe cihê ku divê lê çalakiyan bike.

Di êrîşên wê dawiyê yên Tirkiyê bo ser Başûrê Kurdistanê de 6 welatiyên sivîl ên Kurd şehîd bûne, ku 5 kes ji Şêladzê û Kanî Masê û kesek jî li devera Sîdekanê bû.

Herwiha her ji ber bombebaranên vê dawiyê yên Tirkiyê, 18 gundên Başûrê Kurdistanê hatine valakirin.