Koçberên Efrînê li kampên Şehbayê çalakiyên hunerî lidar dixin

Şehba (Rûdaw) - Koçberên Efrînê li kampên navçeya Şehbayê, muzîk û stranên Kurdî piştguh nekirine. Grûpeke zarokên Efrînê li kampa koçberan ji 25 endaman pêk tê û heta niha 20 stran û sirûd li ser Efrînê strane û gotine.

 

Li tenişt jiyaneke xembar di nava kampê de, çalakiyên hunerî li dardixin. Muzîk û stranên li ser Kurd û Kurdistanê dibin zimanhalê kul û derdê Efrîniyan.

 

Zeyneb û xwişka xwe jî tevlî heval û mamosteyên xwe dibin û rojên xwe bi vî awayî li kampa berxwedan ya koçberên Efrînê li Şehbayê derbas dikin.

 

Zaroka li kampa koçberan Zeyneb Îbrahîm ji Rûdawê re diyar kir ku ji bo wê muzîk her tişt e, dema kesek bixwaze êşa xwe bide nîşandan, dikare bi rêya muzîkê nîşan bide. Herwiha diyar dike ku Efrîn gelek xweş bûye û wan li bajarê xwe jiyana xweş derbas dikir, lê li kampê tiştek tine ku jiyana xwe ş derbas bikin.

 

Mamosteyekî muzîkê ku xelkê navçeya bilbilê ye, zarokên kampê li derdora xwe kom dike. 25‪‪ stran li ser Efrînê û rewşa wan di koçberiyê de çêkirine, ew dibêje ku di zor û zehmetiyan de tenê saz dibe hevalê Kurdan.

 

Mamosteyê muzîkê Ferhad Elûş ji Rûdawê re diyar kir: “Tembûr ji bo me bingeh e, bingeha stranan e, bingeha çandê ye, jixwe tembûr çanda me ye, tembûr weke hevaleke me ya herî dirust e, di dîrokê de mafê me bi rêya tembûrê hatiye parastin. Tembûr ji bo me hevalê herî giring e.”

 

Koma zarokaên kampê ji sê firqeyan û 25 endaman pêk tê ku ev heyama salekê ye di bin çadiran de hatiye damezrandin. Heya niha 20 stran li ser Efrînê çêkirine û çalakiyên cuda di warê dîlan û govend û kursên muzîkî de encam didin. Lê pirsgirêka wan a kêmbûna amûran heye ku dibe bi yekalîkirina çarenivîsa Efrînê re, ev pirsgirêk jî bê çareserkirin.”