Îsal dirûna genim li Îlamê zû destpê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Werzê dirûna genim li parêzgeha Îlamê, ji navçeyên din ên Rojhilatê Kurdistanê zûtir dest pê kiriye.

 

Li gor barînên îsal, rewşa berhmenên çandiniyê ji salên derbasbûyî baştir e.

 

Cotkarên Îlamê gazinan li hikûmeta Îranê dikin û dibêjin, hikûmet weke pêwîst alîkariya wan nake. Cotkar dibêjin, îsal xerciya berhemê genim gelekî zêde bû û hikûmet berhemên wan bi nirxekî gelekî kêm ji wan werdigre.

 

Bi gotina cotkaran, amûrên dirûna genim kêm in û kiriya wan jî ji salên bihorî girantir e.

 

Hikûmeta Îranê biryar daye ku îsal her kîloyeke genim bi 1700 tûmenan ji cotkaran bikire.

 

Ji bilî erzanbûna nirxê genim, cotkarên Îlamê dibêjin, metirsiyeke zêde heye ku agir jî bi genimên wan bikeve.