PENa Kurd daxwazek ji Tirkiyê kir

Navenda Nûçeyan – PENa Kurd li dijî girtina 3 rojnamevanên tirk derket û got, girtina wan li dijî biratiya gelan e û dê zirarên bigihîne Tirkiye û Kurdistanê.

 

PENa Kurd îro daxuyaniyek derbarê girtina 3 rojnamevanên tirk de belav kir û tê de daxwaza demildest berdana wan kir.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku ew her sê rojnamevanên tirk ji ber helwesta alîgirî û dostaniya bi Kurdan re û herwiha bi tohmetên weke ‘belavkirina propagandeyên terosrîstî û alîgirya ji rojnameya Ozgür Gundemê’ hatine girtin.

 

Mamostaya zanîgehê û Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Şebnem Korur Fîdanci, Nunerê Rêxistina Rojnamevanên Bêsinor li Tirkiyê (RSF) Erol Önderoğlu û Nivîskar û Rojnamevan Ahmet Nesin ku di çarçoveya hevdengî û edîtoriya rojnameyê de wek mêvan hevkarî dabû wê rojnameyê, bi tawana hevkarî û piştgîriya ji wê a li dijî sansorê, têne  girtin û têne mehkemekirin.

 

Dewleta Tirkiyê rojnameya rojane ya Ozgur Gundemê tawanbar dike ku bi PKKê re di têkeliyê da ye û piştgîriyê dide siyaseta wê partiyê.

 

Dadgehê biryar daye, ku her sê kesên navbirî heya mehkemekirinê di girtîgehê de bimînin.

 

PENa Kurd wê biryara dadgehê rexne dike û dibêje: “Em wek Pena Kurd li dijî girtina her sê hêjayên navbirî ne û karekî wiha li dijî biratiya gelan û pênûsa azad dibînin. Bêgoman karekî wiha yê zirareke mezin bide azadiya beyan û ragiheandina azad li Tirkiyê, Kurdistan û heremê.”

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de PENa Kurd dibêje: “Daxwaza me ji dewleta Tirkiyê ew e ku deqeyekê ji deqeya din zûtir her sê rojnamevan û çalakvanên di qada ragehandinê de bêne azadkirin.”