Qasim Şeşo: Niha ne dema guhertina qayîmeqamê Şingalê ye

 

 

Şingal (Rûdaw) – Hewl tê dayîn ku qayîmeqamê Şingalê û rêveberê asayişa wê bên guhertin. Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo jî dibêje, niha ne dema wê ye.

 

Heta niha jî bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ji destê DAIŞê nehatiye standin ji ber wê jî hîn li wê deverê şer û pevçûn heye.

 

Li aliyê din, hewl tê dayîn ku qayîmeqamê niha yê Şingalê Meyser Hacî Salih û rêveberê niha yê asayişê bajêr bên guhertin.

 

Meyser Hacî Salih, ku ji sala 2011ê ve qayîmeqamê Şingalê ye, li ser vê yekê got, ez daxwaz ji meclisa Şingalê dikim ku eger sedemek ji bo dûrxistina min hebe bila eşkere bikin…