Panorama jiyana Simkoyê Şikak

 

Hewlêr (Rûdaw)- 84 sal berê yek ji rêberên serhildan û tevgera rizgariya kurd û Kurdistanê bi navê Îsmayîl Axayê Şikak (Simkoyê Şikak) li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê di encama komployeke rêjîma şahî yaw ê demê ya Îranê de canê xwe ji dest da.

*Simkoyê Şikak yan Simayîl Axayê Şikak kurê Mihemed Axa kurê Elî Xanê kurê Simayil Axa ye.


*Sala 1887an Simko li Kela Çariyê li Selmasa Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû ku Şikanên Evdoyi ne.


*Ji berê ve Kela bi navê Simayîl Axa li Nazliya Urmiye ji xwe re ava kiribûn.


*Cewer Axayê Şikak sala 1905an li Tewrêzê hat kuştin lewra Simayîl Axa soz da riya wî ya şerê li dijî hikûmetê berdewam bike.


*Simko roja 30ê gulana sala 1907an şerekî giran li dijî hikûmeta Îranê destpêkir.


*Ji Rûsiyan xwest da ku mafên Kurdan yên netewî bipejirîne heya ku li dijî Osmaniya alîkariya wan bike.


*Şerê tayifî nedikir û şerê wî tenê netewî bû.


*Hejmara çekdarên wî carna gihiştiye 20 hezar kesan.


*Hewl dida hemû hozên Kurdan bi hev re yek bigirin da ku Kurdistana mezin ava bikin.


*Serhildana Simkoyê Şikak nêzî 25 salan dom kir.


*Piştî şerê cîhanê yê yekem nêzîkî %50 ji axa Rojhilatê Kurdistanê kontrol kir.


*Tevî ku ji malbata Axayan bû lê baweriya wî bi sîstema feodalîzmê tine bû.


*Digot dibe Kurdistran ava bibe pişt re xelk biryarê dide kî desthilatdar be.


*Ji şerên mezinên wî şerê Urmiye, şerê Gulmanxaneyê, Miyanduaw, Şekeryaz, Sarî Tac, Azadkirina Mehabadê û şerê Kela Çariyê ne.


*Dema ku Ermeniyan xwest Urmiye bibe axa Ermenistanê, Simko gelek şer bi wan re kirin.


*Şerê Çariyê weke mezintirîn şerê Simko tê binavkirin.


*Şervanên Simko li Mehabadê 600 çekdarên hikûmetê kuştin.


*Piştî ku Kela Çariyê dikeve destê hêzên Îranê de, Simko û 1000 çekdarên xwe derbazî Bakurê Kurdistanê bûn û Artêşa Tirkiyê çek ji wan wergirtin.


*Sala 1925`an Simko vedigere Rojhilatê Kurdistanê û car din xebata xwe dimeşîne û heman salê Riza Şay çû serdana wî.


*Simko bi çekdarên xwe re pêşwazî ji Riza Şa kir.


*Piştî ku Şa vegeriya Tehranê, Simko got ew mêvan bû lewra min ew nekuşt lê ewê min bikuje.


*Roja 21ê Hezîrana sala 1930an Simkoyê Şikak bi biryara Şa li bajarê Şino yê nêzîkî Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê bi terajediya ku Riza Şa jê re pilan kir, hat kuştin.