MÊRDÎN - Li Dêrikê 120 donim genim şewitî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dêrikê ya Mêrdinê 120 donim genim şewitî.

Hat zanîn ku li gundê Tilbisimê yê girêdayî navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji ber sedemeke nediyar agir bi zeviyên genim ketiye û 120 donim genim şewitiye.

Agir bi midaxaleya tîmên îtfaiyeyê, hêzên ewlehiyê û welatiyan hat kontrolkirin.

Herwiha li ser derketina agir lêpirsîn hatiye destpêkirin.