Li Sêrtê patpat qulibî: Miriyek û birîndarek hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dihê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, doh patpatek (wekî traktoreke biçûk e) qulibî.

Qezayê li gundê Salpanayê rû da, ajokarê patpatê Ahmet K. mir û Mehmet Saît D.yê ku li patpatê siwar bû jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Mehmet Saît D. rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê û tedawiya wî berdewam dike.