Îlham Ehmed bo Rûdawê: Nasnameya Sûriyê nûneratiya hemû Sûriyan nake

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ragihand ku nasnameya niha ya Sûriyê nûneratiya li hemû xelkê Sûriyê nake.

Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDê  Îlham Ehmed li Silêmaniyê di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de semînerek pêşkêş kir û li wê derê ji Rûdawê re jî axivî.

Îlham Ehmed ji Rûdawê re got, wan li Swêdê li gel kesayetiyên opozisyona Sûriyê yên demokrat, rewşa paşeroja Sûriyê, nasname û sîstema ne navendî gotûbêj kirin.

Bi gotina Îlham Ehmed, nasnameya niha ya Sûriyê nûnertiyê li hemû pêkhateyên Sûriyê nake, her wiha got piştî lihvekirina li gel kesayetiyên û aliyên Sûrî yên demokrat dê kongireyekê li darbixin.

Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDê  Îlham Ehmed wiha axivî: “Li Swêdê me ligel kesayetiyên dijbere yên Sûriyê û yên rewşa dahatuya Sûriyê, nasname û sîstema ne navendî û nasnameya giştî ya Sûriyê gotûbêj kir û me bernameyên xwe danîn. Nasnameya heyî ya Sûriya Ereb tebîrê li ser hekesê nake, ji ber ku gelek aliyên din hene weke Kurd, Tirkmen, Ermen û Ereb hene. Piştî ku me li ser xalên bingehîn li hev kir em dê kongreyeke mixalefataa Sûriyê saz bikin.”

Ehmed herwiha da zanîn ku alîkariyên di warî mirovî de ji bo xelkê herêmê tê kirin têrê nake û got ku li Sûriyê krîzeke aborî ya kûr heye.

îlham Ehmed behsa cezayên Qeyser jî kir û got, ew wê biryarê erênî dibînin û pêşwaziyê lê dikin û Rojavayê Kurdistanê herêma herî zêde derfeta heye pêşbikeve û ji bo Sûriyê bibe minak.