Li Mûşê mixtar bi zincîrê rêya gund girt

Hewlêr (Rûdaw) - Mixtarê gundê Reqasayê yê ser bi navçeya Gimgim a Mûşa Bakurê Kurdistanê, li dijî weke li dijî vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) zincîr kişand ser rêya dikeve nav gund û ciyê kontrolê ava kir.

Mixtar Gundê Reqasayê Guven Gedîk li dijî Covid-19 rêya gund bi zincîrê girt. Mixtar li têketina gund germahiya laşê kesên tên û diçin dipîve hişyariyê dide wan û destûrê nade ku kesên biyanî têkevin nav gund.

Guven Gedîk diyar kir ku kesên bi destûra taybet ji bajaran diçin gund ji bo 14 rojan hildidin kerentînê, li gund kal û pîr û kesên nexweşiyên wan yên kronîk hene zêde ne ji bo parastina wan tedbîran hildidin.

Gedîk got ku kesên ji gundên din an jî pajarên din diçin hilnadin gund û wiha pê de çû: “Bi biryara xelkê gund me zincîr kişand ser rê, ji ber koronayê ketin û derketina gund qedexe kir. Me pankart jî li wê derê danî, heta germahiya laşê wan nepîvin jî kesî hilnadin gund. Em biyaniyan qet hilnadin nav gund. Eger gundiyên me bi îzna taybet ji bajarên din werin jî em wan 14 rojan hildidin kerentînê. Li gelek bajarên din gelek gundiyên me hene ku dixwazin werin gund lêbelê kî were ew dê 14 rojan kerentîna xwe temam bike. Heta ku temem neke em nahêlin ji malê derkevin.”

Niştecihê wî gundî Îbrahîm Bîngol jî da zanîn ku ew mehekê berê bi destûra taybet ji Bursayê çûye gund û got: “Dema hatim gund min guh da hişyariya mixtar û min qet bi kesî re têkilî daneynî û 14 rojan di kerentînê de mam. Ji bo nexweşî li gundê me belav nebe mixtar tedbîr hildaye. Li gund gelek kal, pîr û nexweşên me yên kronîk hene.”