Serokê HUDA-PAR'ê li Amedê bû namzed

Amed (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA-PAR'ê Zekeriya Yapicioglu dê li Amedê wek namzedê serbixwe bikeve hilbijartinê.

 

Zekeriya Yapiçioglu ji bo ku bikare bi awayekê serbixwe beşdarî di hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê de bike, ji serokatiya partiya xwe, Huda-Parê îstîfa daye.

 

Yapiçioglu piştî îstîfaya ji partiya xwe, îro bi awayekê fermî ji bazneya Amedê navê xwe weke namzedê serbixwe tomar kir.


Zekeriya Yapaçioglu li ser hesaba xwe ya twîterê ev agahî piştrast kirine û ragihandiye: "Ji bo beşdarbûna di hilbijartinên 24ê hezîranê de û weke berbiêrekî serbixwe ji Amedê, me serlêdan kir. Înşalah dê bibe sedema xêrê." 

 

Biryar e roja 24ê Hezîrana îsal her du hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê birêve biçin.

 

Li Tirkiyê ji bo ku partiyek bikaribe derbasî parlamentoyê bibe û parlamenterên xwe bişîne parlamentoyê, divê astenga benda ji sedî deh a hilbijartinê bişkîne û zêdetir ji %10ê dengê dengderên beşdar di hilbijartinan de bi dest bîne. Partiyên biçûk ji ber ku nikarin wê benda ji sedî deh derbas bikin, bi awayê berbijêrên serbixwe beşdarî di hilbijartinan de dikin.