Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê: Ti berpirsekî Îranê xwe radestî me nekiriye
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî belavbûna nûçeya ku berpirsekî Kunsulxaneya Îranê li Silêmaniyê xwe radestî Kunsulxaneya Amerîka li Hewlêrê kiriye, Berdevkê Kunsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê ev yek red kir.
Berdevkê Kunsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand: “Tu kesekê xwe radestî Kunsûlxaneya Amerîka li Hewlêrê nekiriye û ew nûçe nerast e.”
Di torên civakî de nûçeyek bi awayekê berfieh belav bibû, ku li gorî wê nûçeyê, roja 18ê Gulanê berpirsê asayişa nav konsulxaneya Îranê ya li Silêmaniyê bi serdanekê hatiye Hewlêrê, daku bi hevşanê xwe yê li Hewlêrê re civînekê bike, lê belê rasterast çûye konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê û xwe radestî amerîkiyan kiriye û daxwaza mafê penaberiyê li wan kiriye.
Li gorî vê nûçeyê, ew berpirsê Kunsulxaneya Îranê ya li Silêmaniyê tevî Labtop û Hardên kamîreyna û çendîn belge û kelûpelên din xwe radestî Kunsulxaneya Amerîkayê kiriye.
Lê belê Berdevkê Kunsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ev zanyarî red kir û ragihand, ti kesekê xwe radestî wan nekiriye û ew nûçe nerast e.