Mutlu Kaya tê hişyarkirin

 

Amed (Rûdaw) - Keça Kurd a Amedî ya 19 salî ku rastî êrîşeke çêkdarî hatibû û ji serê xwe birîndar bibû di Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdetê ya Gazî Yaşargîl de tê dermankirin. Bijişkên Mutlu Kaya ama je kirin ku ew ê hêdî hêdî were hişyarkirin.

 

Mutlu Kaya ya ku ev demek bû di nexweşxaneyê de dihate dermankirin, bi qutkirina dermanan tê hişyarkirin. Piştî ku hişyarbû jî dê biryar were dayîn ku dê operasyoneke çawa lê were kirin. Malbata Mutlu Kaya jî şev û roj li ber deriyê nexweşxaneyê li benda xebereke baş in.

 

Dayîka Mûtlû Kaya Hanim Kaya ji Rûdawê re wiha got: “ Ez gelekî giryam bila dayîkên din wekî min negirin.”

Di derbarê lêpirsîna êrîşa li dijî Mutlu Kaya de jî Baroya Amedê amaje kir ku ew vê lêpirsînê ji nêz ve dişopînin û agahiyên nû jî ketine destê wan de.

 

Xelkê Amedê jî êrîşa li ser Mutlu Kaya bi tûndî şermezar kir û bang hate kirin ku êdî buyerên bi vî rengî çênebin.

 

Mutlu Kaya li Bakurê Kurdistanê û li tevahiya Tirkiyê bi dengê xwe yê xweş dihate nasîn û pêşbaziyên stranbêjiyan de serkeftinên baş bi dest xistibû.