Li Başûrê Kurdistanê nimêja cejnê hat kirin; Daxwaza tifaq û yekrêziyê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro serê sibehê welatiyên Misilman li navçeyên cuda cuda yên Başûrê Kurdistanê çûne mizgeftan û nimêja Cejna Remezanê kirin, berpirsên siyasî jî tevî welatiyan di nimêja cejnê de amade bûn. Hemû aliyan îro daxwaza yekîtî û yekrêziya aliyên Kurdistanî kirin.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê, D. Piştîwan Sadiq piştî nimêja cejnê ji rojnamevanan re axivî û behsa pirsgirêkên siyasî yên di navbera Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de kir û got, “divê hemû pirsgirêk di Civata Wezîran de bên çareserkirin.”

 Piştîwan Sadiq got, PDK destê tifaq û yekrêziyê bo hemû aliyan dirêj dike.

Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, D. Ebdullah Seîd Weysî jî li Îdareya Xweser a Soranê gotara cejnê pêşkêş kir û got, “Daxwaz ji PDK û YNKê dikim pirsgirêkên xwe bidin alî û li hev bikin.”

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Nebez Îsmaîl jî ji Rûdawê re ragihand, di 5821 mizgeftên Herêma Kurdistanê de nimêja cejnê tê kirin û di 3380 mizgeftan de jî dê nimêja Înê bê kirin.

Li Silêmaniyê jî Parêzgarê Silêmaniyê, Heval Ebûbekir ji Rûdawê re axivî û ragihand, “Daxwaz dikim aliyên siyasî dawî li rikeberiyên xwe bînin û destpêşxer bin ji bo nehiştina nakokiyan.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî, Piştîwan Sadiq destnîşan kir, piştî cejnê em dê hewlên xwe yên bo tifaq û yekrêziya aliyên siyasî zêdetir bikin.

Serkirdeyên payebilind ên Herêma Kurdistanê jî di peyamên cuda de Cejna Remezanê pîroz kirin û hêvî kirin ku aliyên siyasî nakokiyên xwe bidin alî û ji bo tifaq û yekrêziyên bixebitin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya cejnê de ragihand: “Bila em hemû hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê cejna xwe bikin destpêkeke nû ya yekrêzî, tifaq û pêkvejiyanê, û çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan, û bila em hemû bi hev re ji bo dabînkirina paşerojeke baştir ji bo gel û welatê xwe bixebitin.”