Li Qamişlo çalakiya çandina daran destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê  Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji saziyên civaka sivîl dest bi çandina daran kirin.

 

Li baajrê Qamişloyê çalakiya çandina daran bi serpereştiya Navenda Aştî hat sazkirin û 15 saziyên din ên civaka sivîl li bajêr tevlî wê çalakiyê bûn.

 

Kordînatorekî vê çalakiyê da xuyakirin, niha ji ber hebûna hejmarekê ji refînerên neftê yên paşketî, bandoreke xerab li ser jîngeha deverê bûye.

 

Endamê Rêveberiya Navenda Aştiyê Fewaz Osê ji Rûdawê re got: “Em vê çalakiya xwe bi piştevaniya 15 saziyên civaka sivîl pêk tînin. Herwiha wek kesayetî jî gelek kes beşdar bûne.