Newroza Mezin li Amedê tê pîrozkirin

Dike li qada Newrozê / Wêne: Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Newroza Mezin îro li Ameda Bakurê Kurdistanê tê pîrozkirin û gel diherike qada Newrozê.

Agirê yekem ê Newroza îsal 12ê Adarê li navçeya Licê ya Amedê hat pêxistin û pîrozbahiyan heta îro dewam kir.

Îro jî dora Newroza Mezin a Amedê ye, şahî li Parka Newrozê tê lidarxistin.

Dik bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî"yê hatiye xemilandin gelek gotinên Abdullah Ocalan li qadê hene.

Gel ji 6 deriyan derbasî qadê dibe û ji serê sibehê ve herikîna ber bi qadê ve heye.

Gelek rojnameger û mêhvanên biyanî yên ji welatên cîhanê dê li Newroza Mezin bin.  

Bi tevahî 629 rojnamegeran ji bo şopandina Newrozê akredîtasyon standiye.

Li gorî bernameyê, dê Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Kamaç, Sebahat Tuncel, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol, Hevseroka Giştî ya DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan biaxivin.

Di heman demê de dê Kemençe, Arhat, Grup Avna, Ayfer Duzdaş û Rewşan Çelîker derkevin ser dikê.

Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK çekan deyne û xwe fesix bike.

Tê payîn ku mijara sereke ya Newroza Amedê ev bang be û her wiha dibe ku peyameke din a Ocalan jî were.