Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier jî diyar kir ku ji ber erdhejê wan guncav nedîtin ku Newroza îsal weke şahiyekê pîroz bikin.
Taşçier ku li qada Newrozê ya Amedê beşdarî weşana zindî ya Rûdawê bû, diyar kir ku gelek kesên ku bi cilûbergên xwe yên Kurdî çûne Newrozê bi hinceta "cilên PKKyiyan li xwe kirine" hatin astengkirin û got ku ew tenê ji bo astengkirinê hincet in.
Taşçier li ser nirxandina ku dê pîrozbahiya Newrozê ji aliyê HDP'ê ve weke mitînga hilbijartinê bê lidarxistin jî wiha axivî: “Ji bo hilbijartinan hêj dem maye, lê em ketine pêvajoya hilbijartinê. Lê belê HDP li qadan çi bêje dê weke hilbijartinê bê dîtin. Di rojevê de hilbijartin heye, dema çûna herêma erdhejê jî, hilbijartin di rojevê de ye.”
Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier herwiha hêvî xwest ku Newroza îsal di nava Kurdan de bibe wesileya yekrêziyê.
Nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Ahmet Kilil jî ku beşdarî çalakiya Newrozê bûye bû mêvanê Hêvîdar Zana.
Ahmet Kilîl diyar kir ku tevlîbûna Newrozê ji bo “Tifaqa Kurdistanî girîng e” û got: “Li gorî me divê HDP jî di nava vê tifaqê de cih bigire. Dîsa weke hûn jî dizanin em Newroza 2023an bi xemgînî pêşwazî dikin. Ji ber êşên ku di erdhejê de hatin jiyîn, pêwîstiya me bi yekîtiyê heye û pêwîstiya me bi peydakirina dermanê gelê xwe û çêkirina sînerjiyek di pêşerojê de heye.”
Kilil diyar kir ku danûstaninên ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê dewam dikin û diyar kir ku di rojên pêş de Hevserokên HDPê dê serdana PSKê bikin.
Kilil got: “50 sal in em ji bo azadî û mafên gelê Kurd têdikoşin. Îro ji bo vê mebestê çi ji me tê xwestin em amade ne ku bikin. Em dibêjin em ji bo paşeroj û berjewendiyên gelê Kurd amade ne.”
Nûnerê PSKê herwiha da zanîn ku wek PSK di vê Newrozê de tekezî li ser yekitiya gelê kurd kirine û got ku ew bi PAK û TDK-TEVGERê re tevdigerin û daxwazên xwe weke tifaqa sêalî wiha rêz kirin: “Qebûlkirina zimanê Kurdî wek zimanê fermî. Naskirina nasnameya Kurdî û garantiya wê ya destûrî. Azadkirina girtiyên siyasî. Eşkerekirina cihên gorên rêberên Kurd. Vegerandina navên wan li cihên ku navên wan hatine guhertin.”
Ahmet Turk: Mafê ti Kurdekê nîne ku dengê xwe bide vê desthilatdariyê
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê û tê de gotarek pêşkeş kir û got: “Newroz ji bo gelê Kurd rojek gelek bi rûmet e.”
Ahmet Turk dibêje: “Em dizanin îro dilê me xem e. Li Mereşê erdhej çêbû. Em dibêjin di erdhejê de kesên ku jiyana xwe ji dest dane em rihma xwedê dixwazin. Serê malbatên me sax be. Kawayê Hesinkar li çiyayên Zagrosê agirê Newrozê pêxist. Ji wê rojê heta îro Kawayê Hemdemîn û hevrêyên xwe agirê Newrozê gur kirin. Îro em di demek guherandinê de di demek girîng de ne.”
Turk amaje bi wê yekê kir ku girîngiya hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyê kir û got: “Em di heyamek guherînê û veguherînê de ne. Em ê li dijî faşîzmê berxwedana gelan mezin bikin. Ji bo em di hilbijartina pêşiya me de vê faşîzmê hilweşînin û Komara Demokratîk pêk bînin, em dê bi hev re têkoşînek biryardar bikin. Armanca me ew e ku li dijî zextên li ser gelê Kurd berxwedan bê kirin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Turk got: “Heger hûn li hemberî vê desthilatdariya ku dijminatiya gelê Kurd dike bêdeng bimînin û yên ku piştgiriyê didin dijminatiya gelê Kurd dikin. Ev bêehlaqiyek mezin e. Ez dixwazim vê eşkere bibêjim. Mafê tu Kurdekî tune ku deng xwe û piştgirî bide vê desthilatdariyê. Belê, ji bo avakirina cîhanek nû, pergalek nû serdemek geş li pêşiya me ye. Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e. Em neçarin ku têkoşîna vê yekê bikin.”
Siyasetmedarê Kurd herwiha tekez kir ku divê dawî li girtiyên siyasî were anîn.